Wezîrê Parastina Neteweyî Guler mazûvaniya hemtayê xwe yê Qeterî El Sanî kir
Ankara
Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler bi Alîkarê Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Parastinê Şêx Saud bîn Ebdurehman bîn Hesen bin Elî El Sanî ra hevdîtin kir.
Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê NSosyalê ya Wezareta Parastina Neteweyî hat parvekirin, Guler li Wezaretê bi hevtayê xwe yê Qeterî El Sanî yê ku ji bo serdaneke fermî li Enqereyê ye ra civiya.
Piştî hevdîtinê Wezîr Guler û El Sanî serokatiya civîna di navbera heyetan da kirin.
Di hevdîtina navbera heyetan da Alîkarên Wezîr Alpaslan Kavaklioglu û Musa Heybet jî li gel Guler amade bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
