Serokwezîr Erdogan bal kişande ser rewş û dema damezirandina Komarê û wiha got: "Meclisa yekem û Komarê ji hêla siyasî ve hemû netew û cihêrengiyên di nav sînorê me de hembêz kiriye û wekhev qebûl kiriye. Ew jî tevlî pêvajoya Şerê Rizgariyê û damezirandinê kirine."
Serokwezîr Erdogan diyar kir ku îro gelek fikr û raman û kirinên ku wekî felsefe û dînamîkên Komarê tên nîşandan, ne aîdê heyama damazirandina Komarê ne, aîdê heyamên piştî damezirandina Komarê ne û wiha axivî: "Di felsefe û helwesta Komarê de dabeşkirin, cihêdîtin û cihêkirina sermayeyê tuneye û bazirgan wekî yên maqûl û yên nemaqûl nayên hesibandin."
Erdogan wiha got: "Çawa ku Komar ne bi tenê Komara kesên girefir e, bi tenê Komara sermayedarên giregir jî nîne. Ev Komar çawa ya sermayedarên Îstanbûlê ye, wisa jî ya bazirganên Gazîantep, Kayserî, Ûşak, Manîsa, Denîzlî û 81 bajaran e jî. Komara esnaf û cotkaran e jî. Komar çawa ya dewlemendan e, wisa jî ya xizanan e. Him ya sermayeyê ye û him jî ya kedê ye. Him ya xebatkaran û him jî ya bazirganan e."