Polîtîka

Serokomar Erdogan digel Serokê Rûsyayê Putîn civiya

Zafer Fatih Beyaz  | 12.12.2025 - Rojanekırın : 12.12.2025
Serokomar Erdogan digel Serokê Rûsyayê Putîn civiya

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan digel Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn civiya.

 Serokomar Erdogan digel Serokwezîrê Pakistanê Şerîf civiya

Serokomar Erdogan li Eşqabada paytexta Tirkmenistanê ku bi mebesta beşdarbûna "Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Navneteweyî" ya ku bi boneya îlankirina sala 2025an wekî "Sala Navneteweyî ya Aştî û Ewlehiyê" ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) va û salvegera 30emîn a statuya bêalîbûna daîmî ya Tirkmenistanê, tê lidarxistin lê ye, temasên xwe didomîne.

Serokomar Erdogan piştî Forumê li otêla ku lê dimîne bi Serokê Rûsyayê Putîn ra civiya.

Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî Îbrahîm Kalin, Serokê Ragihandina Serokomariyê Burhanettin Duran, Şêwirmendê Serokomariyê yê ji bo Siyaseta Derva û Ewlehiyê Akif Çagatay Kiliç û Cîgirê Serokê AK Partiyê Halit Yerebakan jî di civînê da amade bûn.

  - Serokatiya Ragihandinê derbarê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê Rûsyayê Putîn da daxuyanî da

Di hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Putîn da têkiliyên dualî yên Tirkiye û Rûsyayê, hewlên aştiyê yên berfireh yên ji bo Şerê Ukrayna-Rûsyayê hatin gotûbêjkirin.


Serokatiya Ragihandinê derbarê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê Rûsyayê Putîn a li Eşqabada paytexta Tirkmenistanê ku bi mebesta beşdarbûna "Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Navneteweyî" ya ku bi boneya îlankirina sala 2025an wekî "Sala Navneteweyî ya Aştî û Ewlehiyê" ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) va tê lidarxistin lê ye, birêva çû, daxuyanî da.


Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê da têkiliyên dualî yên Tirkiye û Rûsyayê, hewlên aştiyê yên berfireh yên ji bo Şerê Ukrayna-Rûsyayê hatin gotûbêjkirin.


Serokomar Erdogan derbarê Şerê Rûsya-Ukraynayê da dubare ji Serokê Rûsyayê Putîn ra got ku ewê Tirkiye piştevaniyê bide hewlên aştiyê.


Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan ji Putîn ra gotiye, ji bo aştiyê, ew pêvajoyên mizakereyên bidawîkirina şer ji nêz va dişopîne û weke Tirkiyeyê amade ne mazûvaniya mizakereyan bikin. Ji bo vê berahî pêwîstî bi agirbesteke sînordar a ji bo tesîsên enerjiyê û benderan heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.