Polîtîka

Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî heyeta DEM Partiyê qebûl kir

Aykut Yılmaz  | 12.12.2025 - Rojanekırın : 13.12.2025
Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî heyeta DEM Partiyê qebûl kir

TBMM

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî Cîgirseroka TBMMyê û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û heyeta DEM Partiyê ya pê ra qebûl kir.

Di hevdîtina ku li meqamê Bahçelî ya li Meclisê hat kirin da Cîgirserokê TBMMyê Celal Adan jî cî girt.

Di hevdîtinê da di heyeta Parlamenterê Şanliurfayê yê DEM Partiyê Mîthat Sîncar û Faîk Ozgur Erolê parêzerê Abdullah Ocalanê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê jî cî girtin.

Hevdîtina ji çapemeniyê ra girtî hat kirin biqasî 30 deqîqe dewam kir.

Cîgirseroka TBMMyê û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê piştî hevdîtinê pirsên rojnamevanan bersivand û got ku bi Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî ra hevdîtineke baş kirin.

Buldanê diyar kir ku der barê hevdîtina ku di 2yê kanunê da li Îmraliyê kirin û nîqaşên pişt ra hatin kirin da agahî dan Bahçelî û heyeta wî û merhaleyên pêvajo gihaştê guftûgo kirin.

Buldanê got ku "Me der barê karên divê ji niha pê va bê kirin da jî got ku "Me di mijara karên divê ji niha pê va bên kirin da guftûgo kir" û desntîşan kir ku hevdîtin gelekî biqîmet, girîng û hêja ye.

Buldanê ev gotin:

"Em wisa difikirin ku di merhaleya ku pêvajo gihaştiyê da divê li ser bingeheke nû yan jî merhaleyeke nû pêş bikevin. Divê em bibêjin ku derbasî merhaleya duyemîn bûn. Di merhaleya duyemîn da jî hewcehî bi bingeheke qanûnî, hiqûqî heye. Hewcehî bi verastkirineke qanûnî heye. Ev verastkirin helbet divê qanûneke aştiyê be. Em dixwazin ku vê bi taybetî bibêjin. Êdî ji niha pê va xebatên ku hem komîsyon hem jî partiyên siyasî dê bikin dê di vê astê da girîng bin. Lewra me jî nêrînên xwe ragihandin Birêz Bahçelî. Me hêviyên xwe yên ji bo qanûnê û piştgiriya wî xwest. Jixwe ji destpêka pêvajoyê va piştgiriyên gelekî biqîmet ên Birêz Bahçelî yên ji bo pêvajoyê çêbûn, em ji dil bawer dikin ku dê ji niha pê va jî bibin. Em di vê mijarê da car din spasiya wî û heyeta wî dikin.

Serokê Giştî yê MHPyê Bahçelî jî got ku "Pervîn Xanim her mijarê bi eşkereyî got. Ez mohra xwe li her hevoka wê dixim."

- Heyeta DEM Partiyê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Babacan ziyaret kir

Heyeta DEM Partiyê Alî Babacanê Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê ziyaret kir.

Di heyeta DEM Partiyê da Cîgirseroka TBMMyê û Parlamentera Wanê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Parlamenterê Şanliurfayê yê DEM Partiyê Mîthat Sîncar û Faîk Ozgur Erolê parêzerê Abdullah Ocalanê serkirdeyê PKKya rêxistina terorê cî girtin.

Ziyaret li Navenda Giştî ya Partiya DEVAyê ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.

Babacan di daxuyaniya xwe ya piştî hevdîtinê da got ku dê piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya ku di merhaleyeke gelekî girîng da ye bidomînin.

Babacan diyar kir ku Komîsyona Meclisê dawî li pêvajoyê anî û rapora xwe amade kir û got ku "Em wek Partiya DEVAyê ji ser rapora xwe ra derbas bikin. Em ê di nav çend rojan da rapora xwe temam bikin û pêşkêşî Serokatiya Meclisê bikin."

Buldanê jî got ku der barê pêvajoyê da ketin merhaleyeke nû û nirxandina "Em dikarin bibêjin ku merhaleya ewil temam bû. Di merhaleya ewil da tiştên divê bihata kirin hatin kirin. Komîsyonê herî dawîn heyetekî şand Îmraliyê. Endamên komîsyonê li Îmraliyê hevdîtineke girîng kirin. Em wisa difikirin ku divê niha verastkirineke qanûnî bê kirin. Divê der barê vê da bi lez pêngav bên avêtin. Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve hewcehî bi qanûneke aştiyê heye." kir.

Buldanê ragihand ku dê hefteya pêş me bi serokên giştî yên partiyên din ra jî hevdîtinê bikin û got ku "Herî dawîn dibe ku bi Serokomar ra dîsa hevdîtinê bikin û di asta gihaştinê da karên divê bên kirin car din guftûgo bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.