Serokomar Erdogan digel Serokwezîrê Pakistanê Şerîf civiya
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan digel Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf civiya.
Serokomar Erdogan li Eşqabada paytexta Tirkmenistanê ku bi mebesta beşdarbûna "Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Navneteweyî" ya ku bi boneya îlankirina sala 2025an wekî "Sala Navneteweyî ya Aştî û Ewlehiyê" ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) va û salvegera 30emîn a statuya bêalîbûna daîmî ya Tirkmenistanê, tê lidarxistin lê ye, temasên xwe didomîne.
Serokomar Erdogan piştî Forumê li otêla ku lê dimîne bi Serokwezîrê Pakistanê Şerîf ra civiya.
- Serokatiya Ragihandinê derbarê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Şerîf da daxuyanî da
Di hevdîtina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf ra got ku ew ji bo piştevaniya domandina mekanîzmaya bêpevçûniya di navbera Pakistan-Efxanistanê da hatiye pêkanîn, amade ne.
Serokatiya Ragihandinê derbarê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Şerîf a li Eşqabada paytexta Tirkmenistanê ku bi mebesta beşdarbûna "Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Navneteweyî" ya ku bi boneya îlankirina sala 2025an wekî "Sala Navneteweyî ya Aştî û Ewlehiyê" ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) va tê lidarxistin lê ye, birêva çû, daxuyanî da.
Di hevdîtinê da têkiliyên dualî yên Tirkiye û Pakistanê, mijarên herêmî û kûrewî hatin gotûbêjkirin.
Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir ku ew ji bo baştirkirina têkiliyên baş ên di navbera Tirkiye û Pakistanê da dixebitin û ew ê bi gavên ku di serdema pêş da werin avêtin, hewl bidin ku hevkariya di navbera her du welatan da di warê enerjî, bazirganî, veberhênan û warên din da zêde bikin.
Serokomar Erdogan got ku ew ji bo piştevaniya domandina mekanîzmaya bêpevçûniya di navbera Pakistan-Efxanistanê da hatiye pêkanîn, amade ne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
