21 Sibat 2016•Rojanekirin: 22 Sibat 2016
ORDU
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş, der barê revandina 3 nûçegihanê Anadolu Agencyê, pêr li Nisêbîna navçeya Mêrdînê, ji aliyê PKKyiyan ve, "Me îro bihîst ku 3 hevalên me yên biqedir, nûçegihanê me yên Anadolu Agencyê hatine berdan. Em ji wan ra dibêjin derbasî be."
Kurtulmuş destnîşan kir ku ji destpêkê ve bûyerê ji nêzîk ve dişopînin û got, "Di nava wê pêvajoyê da hemî xebatên pêwîst hatin kirin. Me îro bihîst ku 3 hevalên me yên biqedir, nûçegihanê me yên Anadolu Agencyê hatine berdan. Di serî da em ji wan ra dibêjin derbasî be. Herwiha ji bo gelê me û malbata wan derbasî be."
Kurtulmuş balkişand ser wê yekê ku civata Anadolu Agencyê, wê ji îro pê da jî di pêkanîna armancê xwe yên rojnamevaniyê, di berpirsiyariya gihandina, di cih da û bi pakî, bûyerên li qadê, yên li Tirkiyeyê û hemî cîhanê, berdewam be û got, "Derbasî be, me ev jî derbas kir. Em dubare ji hevalan ra dibêjin, hûn bi xêr hatin ser xebate xwe. Ji îro pê da jî Xwedê parêzvanê birayên me yên rojnamevan be."
Ji aliyekî din va Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş di ser hesabê xwe yê tora civakiya twitterê evna tomar kir: "Ji bo hersê karmendê AAyê yên ku li Nisêbînê ji aliyê PKKyiyan va hatibûn revandin û piştre hatin berdan û ji bo Anadolu Agencyê derbasî be."