20 Sibat 2016•Rojanekirin: 20 Sibat 2016
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Walîtiya Enqereyê brîfîngê distîne.
Davutoglu li ber Walîtiya Enqereyê ji hêla Walî Mehmet Kiliçlar va hat pêşwazîkirin.
Hat destnîşankirin ku wê di brîfîngê da nirxandineke berfireh li ser Enqereyê were kirin û wê bi berfirehî li ser êrîşa terorê ya li Enqereyê bisekinin.
Di brîfîngê da Alîkarên Serokwezîr Numan Kurtulmuş û Tugrul Turkeş, Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala, Serşêwirmendê Serokwezîr û Parlementerê Stenbolê Alî Sarikaya, Parlementerên Enqereyê Alî Îhsan Arslan û Ertan Aydin, Misteşarê MÎTê Hakan Fidan, Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Celalettîn Lekesîz, Waliyê Enqereyê Mehmet Kiliçlar, Fermandarê Garnîzona Enqereyê Korgeneral Metin Gurak, Alîkarê Walî Kemal Karadag, Serokê Şaredariya Mezin a Enqereyê Melih Gokçek, Fermandarê Navendî yê Enqereyê Tuxgeneral Nevzat Buyukceran, Wekîlê Fermandarê Herêmê yê Cendirmeyan Tuxgeneral Mehmet Artar, Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Harun Kodalak û burokratên eleqedar hazir in.