20 Sibat 2016•Rojanekirin: 21 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di bernameya Komeleya Karsaz û Pîşesazên Mustaqîl (MUSÎAD) da xeberda û wiha got: "Êrîşa li Enqereyê cardin rûyê qirêj ê terorê nîşan da. Ev jî nîşan dide ku Tirkiye di têkoşîna dijî terorê da çiqas mafdar û bibiryar e."
Çavuşoglu destnîşan kir ku divê ferqê nekin nav rêxistinên terorê û li dijî hemûyan şer were kirin û wiha dewam kir: "Ji bo me DAEŞ çi be El-Nusra jî ew e. PKK çi be YPG jî ew e, DHKP/C jî heman tişt e. Lewra di nav hev da ne. Li Sûriye, Tirkiye û Bakurê Iraqê ji bo armancên xwe yên bêbext bi hev ra hereket dikin. Teror nikare zora me bibe."
Çavuşoglu diyar kir ku divê dinya di mijara terorê da jidil be û wiha got: "Di mijara terorê da dev ji nakokiyê berdin. Terora baş û terora xirab tuneye. Terora sekuler, laîk û radîkal tuneye."