21 Sibat 2016•Rojanekirin: 22 Sibat 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi nûçegihanên Ajansa Anadoluyê (AA) yên ku ji hêla PKKyiyan ve li Nisêbîna navçeya Mêrdînê hatibûn revandin û pişt re serbest hatin berdan re li ser telefonê axivî.
Erdogan ewil telefonê Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya AAyê Şenol Kazanci kir û der barê rewşa nûçegihanên AAyê de ji wî agahî hilda.
Pişt re her sê nûçegihanên AAyê re li ser telefonê axivî û ji wan re got ku derbasî be.
Erdogan pirsa rewşa wan û malbatên wan kir. Nûçegihanên AAyê spasiya Erdogan kirin.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu bi nûçegihanên Anadolu Agencyê (AA) yên ku li Nisêbînê ji aliyê PKKyiyan hatibûn revandin û paşê hatin berdan ra li ser têlefonê xeberda.
Serokwezîr Davutoglu der heqê rewşa nûçegihanên AAyê yên ku hatin berdan da pêşiyê ji Serokê Lijneya Rêvebirinê û Gerînendeyê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci agahî hilda.
Dû re Davutoglu bi Nûçegihanê Wêneyan ê AAyê Onur Çoban ra li ser têlefonê xeberda û seba wî û hevalên wî got ku derbasî be.
Davutoglu ji Çoban pirsî ka gelo piştî revandinê bi tu kêşeyî ra rûbirû man an na û wiha got, "Dema ku we fealiyeta rojnamevaniyê dikir, bûyereke evreng hat serê we. Derbasî be."
Davutoglu pirsyar kir ka gelo rojnameger zewicî ne an na.
Serokwezîr Davutoglu herwisa diyar kir ku jina wî Sare Davutoglu jî seba rojnamegeran dibêje derbasî be.