Türkan Tosun
11 Sibat 2018•Rojanekirin: 12 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê Korgeneral H.R. McMasterê ku duh û îro Stenbolê ziyaret kir, hatin bal hev.
Li gor agahiya çavkaniyên Serokomariyê di hevdîtinê de hevkariya Tirkiye û Amerîkayê ya demdirêj hat teyîdkirin û hesasiyetên herdu welatan hat axaftin.
Hat gotin têkiliyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de, geşedanên herêmî û ceribandinên stratejîk ên hevpar jî bûn mijara hevdîtinê.
Di hevdîtinê de meseleyên tesîreke neyînî li ser têkiliyên dualî dikin û têkoşîna dijî terorîzmê jî hatin axaftin.