Abdullah Tel
09 Sibat 2018•Rojanekirin: 09 Sibat 2018
ANKARA
Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu der heqê hevdîtina ku bi Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan ra kir da daxuyanî da.
Serokomar Erdogan li Navenda Giştî ya AK Partiyê bi Karamollaoglu ra bi qasî saet û nîvekê hevdîtin kir.

Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Karamollaoglu wextê ji navenda partiyê veqetiya der heqê hevdîtina bi Serokomar Erdogan ra da daxuyanî da rojnamegeran.
Karamollaoglu got: "Min xebata li ser qanûnên lihevkirinê ya ku me amade kiribû pêşkeşî Birêz Serokomarê me kir, fikr û ramanên xwe jê ra vegot. Der barê rûdanên dawîn da jî me fikrên xwe bi hev ra parvekirin. Niha evqas."
Rojnamegeran ji Karamollaoglu pirs kir ku gelo li ser mijara îtifaqê jî xeberdan yan na? Karamollaoglu ji bo vê pirsê jî got: "Ez spas dikim, bi qasî tiştên min gotin, ewqas."