Haydar Şahin
14 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku rêvebiriya Rûman a Qibrîsa Başûr li Behra Sipî bi yekalî xebatên hîdrokarbonê dimeşîne ji ber "ragêşiya ku zêde dibe li ber xwe dikeve" û Antonîo Guterresê Sekreterê Giştî dubare dike ku "Dibê herdu civak jî ji çavkaniyên siruştî yên li dorberê Qibrîsê îstifade bikin".
Farhan Haqê ji berdevkên Sekreterê Giştî yê NYyê li ser pirsa nûçegihanê AAyê daxuyaniya nivîskî da û diyar kir ku, "Sekreterê Giştî ji ber ku carekê dîsa ragêşiya ji bo hîdrokarbonê zêde bû li ber xwe dikeve û bangî hemû aliyan dike ku bira ji bo kêmkirina ragêşiyê çi ji destê wan tê bikin."
Haq got ku Sekreteriya Giştî ji ber peymanan û hiqûqa navneteweyî nikare der barê mafên dewletên endam da helwestê nîşan bide.
Berdevk diyar kir ku Guterres gotiye "Bi çareserkirina pirsgirêka Qibrîsê va pirsgirêka ji ber hîdrokarbonê derket jî ew ê ji binî va were çareserkirin, ew ê pêşiya çareseriyên bi hevkarî û kêrhatî were vekirin."