05 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2015
SAMSUN
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu beşdarî mitînga partiya xwe ya li Qada Cumhuriyetê ya Samsûnê hat lidarxistin bû.
Davutoglu li vir bal kişand ser bûyerên terorî û wiha dewam kir: "Ez cardin ji vir bangî wan kesên ku hewl didin gelê me ji hev dûr bixin dikim. Ew ê tu caran nikaribin biserbikevin. Ew ê firsendê nedin wan kesên ku dixwazin pêşeroja me xirab bikin."
Davutoglu got "Em ê li hemû herêmên welatê xwe pergala kamuyê pêk bînin, biratî û yekîtiya milî ya welatiyên xwe biparêzin. Em ê tu caran tawîzê nedin wan kesên ku dixwazin gel wekî kurd, tirk, elewî, sunî dabeş bikin û ji hev du dûr bixin. Heta ku çek neyên bêdengkirin, heta ku her koşeyê welatê me ji van çeteyên îlegal neyên paqijkirin, heta ku ji bo welatiyên me qadeke ewledar û aram çênebe em ê operasyonan bidomînin. Ew ê operasyon bi biryarî bidomin."
Davutoglu diyar kir ku wan di hemû qadan de şoreşeka bêdeng kiriye û wiha dewam kir: "Niha derbarê danezana ku me duh belavkir de ji me dipirsin, dibêjin 'jêdera we li ku derê ye?' Ma jêdera me miletê me ye. Gelo hûn zanin çima wisa ye? Dema ku me xezne dewr girt, di bitçê de kêmasî hebûn. Me ew kêmasî di sala 2014an de daxist. Hêviya me ew e ku em di sala 2017an de wê kêmasiyê bi tevahî çareser bikin. Va ye jêder ev e, bereket li vir e. Pêdiviya kesên ku ji dil û can dixebitin bi jêderan tu ne ye."