06 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2015
Li Stenbolê di operasyona ser PKKya rêxistina terorê de ji gumanbarên ku hatin binçavkirin 15 kes hatin girtin.
Ekîbên Midûriya Şûbeya Têkoşîna bi Terorê ya Stenbolê di 2yê cotmehê de operasyon bir ser PKKya rêxistina terorê, di operasyonê de 50 bersûcên ku hatin binçavkirin piştî miameleyên wan sewqî dadgehê kirin.
Li Dadgeriya Stenbolê piştî ku îfadeyên wan stand, 24 gumanbar serbest hatin berdan; 26 bersûc jî şandin Dadgeriya Cezayê ya Silhê ya 8emîn a Stenbolê.
Dadgeriya nobedar hikûm da ku Şaredara berê ya Dêrîkê Ayşe Karadag, Hevseroka Navçeya Eyupê ya HDPyê Tengazer Yilmaz, Hevseroka Navçeya Beşîktaşê Betul Katurman, Melîha Varişli, Ramazan Kirkpinar, Senar Ok, Emîn Ang, Sûbûtay Açik, Zafer Kirik, Îsmaîl Kurt, Huseyîn Gungor, Seyfettîn Peker, Emîn Acar, Abdurrahîm Yazol û Cafer Aydogmuş ji ber sûcên "xirakirina yekîtî û bihevrebûna welêt, endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" bên girtin.
Biryar hat dayîn, ji ber delîlên nîşan didin ku gumana sûcê ya hêzdar a der barê ku 11 bersûcan îştiraqi sûcên "xirakirina yekîtî û bihevrebûna welêt û endamtiya rêxistina terorê" tunin, 11 bersûc bên serbestberdan.
- Ji biryarê
Di biryara girtinê ya Dadgeriya Cezaya Silhê ya 8emîn a Stenbolê ya Nobedar a der barê gumanbaran de dan zanîn, ji ber ku KCK bi operasyonên cur bi cur qels bû, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) a ku wekî rêxistineke civakî ya sivîl e, lêbelê di paralelê îdeolojiya rêxistina terorê de fealiyet dike, hat avakirin.
Hat diyarkirin ku KCDyê di 14ê temûza 2011an de "xweseriya demokratîk a qaşo" îlan kir û di vê çarçoveyê de xebatan dike, di ewraqê lêpirsînê de dixuyê beriya ku îlan bê kirin KCD rastî zexta KCKyê hatiye. Hat gotin ku KCDyê her wiha bi navê "xebata kompereyê" ji bo rêxistina terorê ji gel pere berhev kiriye û digel ku navenda wê Diyarbekir e jî bi taybetî li tevahiya Stenbolê fealiyetê dike.
Di biryarê de hat diyarkirin, hatiye tespîtkirin ku hinek gumanbaran di nav koma ku di xwepêşandanên ku tevî bûn de bi kevir, çov û molotofan êrîşî polêsan kirin de cî girtine an jî ev bûyer bi rê ve birine. Dan zanîn ku ji ber miqtara cezayê sûcê ku tê pêşdîtin a ku diavêjin ser stûyê wan û ji ber îxtimala revê ya gumanbaran û gumana jiholêrakirina delîlan biryara girtinê hat dayîn.
Ekîbên Midûriya Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re ya Stenbolê di 2yê cotmehê de li 28 navçeyan bi piştgiriya firokeyan li 73 navnîşanan operasyon biribû ser PKKya rêxistina terorê. Di operasyonê de 50 gumanbarên ku di nav wan de hin serokên navçeyên Stenbolê yên HDPyê jî hene, hatibûn binçavkirin.