05 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2015
BRUKSEL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: "Herçiqas welatên endamê YEyê, PKKya rêxistina terorê wekî rêxistineke terorî binirxînin jî, mixabin hin welat di pratîkê de li gor vê tevnagerin. Divê em têkoşîna hevpar a dijî terorê bêyîteredut birêve bibin. Tirkiye di vê mijarê de biryardar e. Divê firsendê nedin vê rêxistina terorê ku li Sûriyê dijî DAEŞê şer dike û ji bo meşrûbûnê hewl dide. Ez bi eşkereyî dibêjim û nêt diaxifim, PYD û PKK rêxistinên terorê ne û bi hev du re dixebitin. Terorîstê baş terorîstê xirab tune ye. DAEŞ jî rêxistina terorê ye, PYD û PKK jî rêxistinên terorê ne.
Tirkiye him dijî DAEŞê him jî dijî PKK û DHKP-Cya rêxistinên terorê bi biryarî têdikoşe. Li vir dixwazim balê bikşînim ser xalekî, têkoşîna Tirkiyê ne dijî komeke etnîk e. Di hedefa têkoşîna me de rêxistina terorê ya xwînxar e. Hemû hewlên me ji bo şikestina pişta terorê ye. Dema ku em vedigerin li paş xwe dinêrin, em destkeftiyên ku ji sala 2002yan vir va hatine bidestxistin dibînin. Em ê tu caran ji rêya xwe venegerin. Mifta têkoşîna dijî rêxistina terorê hevkarî û piştevaniya navneteweyî ye."
Erdogan piştî hevdîtina bi Serokê Konseya YEyê Donald Tûsk re daxuyanî da. Erdogan bibîrxist ku ew bi minasebeta vexwendina Qralê Belçîkayê Philippe hat Brukselê û li vir bi Tûsk re jî hat bal hev.
-Pirsgirêka penaberan
Erdogan got ku ziyareta di serdema pirsgirêkên herêmî zêde bûn da hat kirin watedar e û wiha axivî: "Daxwaza me ew e ku diyalog û îstîşareya me ya bi YEyê re xurttir bibe."
Erdogan destnîşan kir ku di hevdîtinê de herî zêde li ser pirsgirêka penaberan rawestiyan û wiha dewam kir: "Wekî Tirkiyeyê ev 4 salin em deriyên xwe ji penaberên ji Iraq û Sûriyeyê hatin re vedikin. Penaberên ku hatin Tirkiyê me neşand welatekê din. Îro li welatê me nêzî 2 milyon û nîvê penaber hene. Ji van penaberan 300 hezar ji Iraqê, 2,2 milyon jî ji Sûriyê hatin. Di nav vana de êzdî, misilman, xiristiyan hene. Dema ku me ew girtin hundir me cudayî nekir nava wan."
Serokomar Erdogan got ku digel Tûsk li ser pirsgirêka terorê ku yek ji mijarên herî krîtîk a li herêmê ye û wiha pê de çû:
"Tirkiye him dijî DAEŞê him jî dijî PKK û DHKP-Cya rêxistinên terorê bi biryarî têdikoşe. Li vir dixwazim balê bikşînin ser xalekî, têkoşîna Tirkiyê ne dijî komeke etnîk e. Di hedefa têkoşîna me de rêxistina terorê ya xwînxar e. Hemû hewlên me ji bo şikestina pişta terorê ye. Dema ku em vedigerin li paş xwe dinêrin, em destkeftiyên ku ji sala 2002yan vir va hatine bidestxistin dibînin. Em ê tu caran ji rêya xwe venegerin. Mifta têkoşîna dijî rêxistina terorê hevkarî û piştevaniya navneteweyî ye."
Erdogan wiha axivî:
"Li vir welatê ku di talûkê de ye welatê me ye. Digel vê yekê dîsa jî me deriyên xwe ji penaberan re vekir. Herçiqas welatên endamê YEyê, PKKya rêxistina terorê wekî rêxistineke terorî binirxînin jî, mixabin hin welat di pratîkê de li gor vê tevnagerin. Divê em têkoşîna hevpar a dijî terorê bêyîteredut birêve bibin. Tirkiye di vê mijarê de biryardar e. Divê firsendê nedin vê rêxistina terorê ku li Sûriyê dijî DAEŞê şer dike û ji bo meşrûbûnê hewl dide. Ez bi eşkereyî dibêjim û nêt diaxifim, PYD û PKK rêxistinên terorê ne û bi hev du re dixebitin. Terorîstê baş terorîstê xirab tune ye. DAEŞ jî rêxistina terorê ye, PYD û PKK jî rêxistinên terorê ne."