05 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2015
BRUKSEL
Serokomar Erdogan: "Herçiqas welatên endamê YEyê, PKKya rêxistina terorê wekî rêxistineke terorî binirxînin jî, mixabin hin welat di pratîkê de li gor vê tevnagerin. Divê em têkoşîna hevpar a dijî terorê bêyîteredut birêve bibin. Tirkiye di vê mijarê de biryardar e. Divê firsendê nedin vê rêxistina terorê ku li Sûriyê dijî DAEŞê şer dike û ji bo meşrûbûnê hewl dide. Ez bi eşkereyî dibêjim û nêt diaxifim, PYD û PKK rêxistinên terorê ne û bi hev du re dixebitin. Terorîstê baş terorîstê xirab tune ye. DAEŞ jî rêxistina terorê ye, PYD û PKK jî rêxistinên terorê ne."