ANKARA
Serokwezîr û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna nasandina namzedên şaredariyê yên navçeyên Enqereyê û di civîna lijneya bilind a karên hilbijartinê de axivî û wiha got: "Serokê TUSÎADê derketiye û dibêje 'em ji pêşniyaza zagonê ya ji bo HSYKyê zehf aciz dibin,' tu ji çi aciz dibî? Li derûdora we memûrên bimiaş hene, li gor agahiyên ku didin we hûn van nirxandinan dikin. Kî li hesabê we were hûn li ba xwe dihêlin, kî neyê hûn diqewirînin. Mafê hikûmetê heye ku kesên nikarin berjewendiyên vê dewletê biparêzin bişîne? Mixabin dest û piyên wan girêdayî ye, em wan saz dikin. Ey TUSÎAD, Ey TUSÎAD, çima tu ji meseleya ananasê aciz nînî? Hûn çima ji kesên ku li Ûgandayê ji we re ji bo rafîneriyê têkîliyan çêdike aciz nabin? Ananas tên û diçin. Ev ne ew ananas in ku hûn dizanin. Ev cihê ne, ananas navê kod e. Hûn çima li dijî derbeyê helwesta xwe nîşan nadin? Wê çaxê em ê li hemberî we bisekinin. Serokê TUSÎADê radibe û dibêje 'sermayeya navneteweyî nayê dewleteke wiha', ev li dijî vê dewletê îxanet e."