ŞANLIÛRFA
Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş got ku "Şaredarên me bi çi mal û milkê hatibinn vir dema ku karên wan qediya jî dîsa dê bi heman malan ve biçin. Malên wan dê kêm bibe lê zêde nabe."
Demîrtaş bi parlementerên BDPê yên Şanliûrfayê îbrahîm Ayhan û Îbrahîm Bînîcî, Namzedê Şaredariya Mezin yê Mardînê Ahmet Turk re beşdarî merasima ku ji bo nasandina namzedên şaredariyan ya li Qada Topçûyê hat lidarxistin bû.
Demîrtal diayr kir ku em ji eleqeya bajar û navçeyên wî kêfxweş in û got ku "A rast hema bêje Ûrfayê biryara xwe daye. Ûrfa şaredaritiya rast, zelal û demokratîk dixwaze. Me îro vê yekê li vir dît. Ji ber wê yekê ji niha ve bila pîroz be, Xwedê riya we vekirî bike."
Demîrtaş di danasîna namzedên şaredarên Şaredariyên Mezin ên Şanliûrfa, Gazîantep û Erzûrûm û yên hin navçeyan de axivî û got ku îro ji bo Şanliûrfayê rojeke dîrokê ye.