İbrahim Atmaca,Haydar Şahin
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 04 Tebax 2017
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji bo hedefên wan referandum wekî pêngavekê ye.
Barzanî bi minasebeta salvegera 3yemîn a êrîşa DEAŞa rêxistina terorê a li ser êzdiyan, li bajarê Duhokê beşdarî merasima bibîranînê bû û lê axivî.
Barzanî di axaftina xwe da li ser referanduma serxwebûnê ya ku Herêma Kurdistana Iraqê dixwaze di 25ê îlonê da bike, sekinî û wiha got:
"Ez bi xemgînî dibêjim ku hîç hêvîdar nînim ku Iraq bibe welatekî têkûz. Me bi Iraqê ra (hikûmeta navendî ra) her rê ceriband, lê em bi temamî naçar û bê hêvî bûn. Tecrubeyên me yên bi Iraqê ra jixwe em anîn rewşeke wiha, garantiya parastina me tuneye. Ji ber vê yekê jî ji bo temînkirina pêkvejiyan û ewlehiyê em ê hemû bi hev ra bi rêya referandumê tayînkirina qedera xwe nîşanî hemû dinyayê bidin. Divê ez vê yekê jî bêjiim; ji bo me referandum ne armanc e, ji bo hedefa me ya mezin pêngavek e."
Barzanî diyar kir ku gelê Herêma Kurdistanê ji bo ku xwe mihefeze bike û pêş bikeve dixwaze ku bi rêyên demokratîk û aştiyane qedera xwe tayîn bike û wiha xivî: "Bi belgeyan derkete holê ku Iraq wek dewletekê nikare me biparêze an jî naxwaze. Pêşketina me naxwaze."
Barzanî got ku di dema têkoşîna dijî DEAŞa rêxistina terorê da hikûmeta navendî sîlah nedan wan lêbelê bi fetwayekê di demeke kin da Heşdî Şebî hat avakirin û hemû sîlahên ku lazim dikin jî hatin temînkirin û bertek nîşanî vê rewşê da û wiha pê da çû:
"Di nav sîstema parastina Iraqê da pêşmerge wek mixatab nehatin qebûlkirin. Hikûmeta navendî îmkanên ku da Heşdî Şebiyê neda pêşmergeyan. Di Qanûna Bingehîn a Iraqê da pêşmerge wek parçeyekî sîstema parastina Iraqê tê qebûlkirin. Lêbelê di Qanûna Bingehîn da ciyê Heşdî Şebiyê tune, dîsa jî hemû îmkan dan ber destê wan. Em nabêjin ku em li dijî Heşdî Şebiyê ne. Pêşmerge û Heşdî Şebiyê li heman eniyê şer kirin, hela bêjin çima ji aliyekî va Heşdî Şebî qanûnî nîşan didin û têkoşîna dijî terorê ya pêşmergeyan nabînin. Ya rastî ev birîna di navbera me û Bexdayê da ye."