Nihat Kavşut
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Çalakiya HDPyê ya li Diyarbekirê bi navê "Nobeta Edalet û Wijdanê" dest pê kir li Parka Yogurtçuyê ya Kadikoyê dewam dike.
Sirri Sureyya Onderê Parlementerê Stenbolê yê HDPyê li vir xeberda û destnîşan kir li Tirkiyeyê kesek jî bimînin wê têkoşîna xwe ya ji bo aştiya gelan, biratî û azadiyê berdewam bikin.
Parlementerên HDPyê Filîz Kerestecîoglu, Mîthat Sancar, Ayşe Acar Başaran, Sîbel Yîgîtalp û Nadir Yildirim jî beşdarî daxuyaniyê bûn.