Fatih Gazioğlu
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 04 Tebax 2017
DIYARBAKIR
Der barê Çaglar Demîrela parlamentera HDPyê ya Diyarbekirê ji ber îdiayên wê ya ku gotibû Hurşît Kulter ji hêzên ewlehiyê êşkence dîtiye û paşê jî berze bûye, fezleke hat amadekirin.
Di fezlekeya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve hatibû amadekirin de behsa daxuyaniya Çaglar Demîrelê ya ku 18 hezîranê sala 2016an li Parqa Koşuyoluyê kiribû, hat kirin. Di fezlekeyê de hat gotin ku Demîrelê li wê derê li ser meseleya Hurşît Kulter propandaya rêxistina terorê kiriye û heqaret li hêzên ewlehiyê kiriye.
Eger parêzbendiya Demîrelê bê rakirin û der barê wê de ji ber sûcê "Heqareta li Komara Tirkiyeyê û saziyên dewletê" ji 6 mehan heta 2 salan doz bê vekirin.