ERBÎL - HAYRULLAH SARUHAN
Sekreterê Giştî yê Partiya Azadiyê ya Sûriyê Mistefa Îso diyar kir ku dê bi Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Muxalîf ya Sûriyê re (HŞMS) komîteyan ava bikin û got ku çarenûsa ereb û kurdan hevpar e û dahatûya wan yek e, divê em li hember rejîmê bi hev re têbikoşin.
Îso xebatên xwe yên siyasî li Hewlêrê dimeşîne. Îso li Hewlêrê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û rewşa dawî ya Sûriyê nirxand û diyar kir ku di ziyareta Tirkiyeyê ya ku hundirê hefteyê kir de, bi rayedarên tirk re li ser rewşa dawî ya Sûriyê axivîn. Îso got ku têkiliyên bi Tirkiyeyê re gelek erênî derbas bûn.
Îso got ku divê kurd ji bo ku Sûriyeke demokratîk bê avakirin, bi muxalîfên li dîjî rejîmê re tevbigere û destnîşan kir ku ev nêrîna xwe bi rayedarên tirk re jî parve kiriye. Îso got ku ji bo xebateke hevpar ya bi muxalîfan re, amade ne.
Îso diyar kir ji bo ku bikarin li hember rejîma Baasê bi hev re tevbigerin, divê kurd wek gelekî bên naskirin û divê ev yek jî bikeve bin ewlehiya destûrî. Îso got em dixwazin ku êdî muxalefet jî bibêje ku kurd jî ji gelên Sûriyî ne û xwedan maf in, lê me hêj helwestekê bi vî awayî nedîtiye.
-Bi HŞMSê re dê kombesteyeke hevpar bê avakirin
Îso ragihand ku li Stenbolê bi rayedarên HŞMSê re hatin bal hev û biryar dan ku bi koalîsyonê du komîteyên hevpar avabikin. Îso got tê payîn ku komîte hefteya pêşiya me bên avakirin û axaftina xwe wiha domand: "Komîteyek ji bo pirsgirêkên heyî û yên ku îxtimala derketina wan heye, çareser bike dê xebatan bike. Komîsyona siyasî jî di Sûriya nû de, ji bo diyarkirina rewşa kurdan dê raporan amade bike."
-Rejîma Baasê dixwaze pevçûn mezin bibin
Îso pevçûnên di navbera Eniya Nûsrayê û PYDê de yên li Serêkaniyê jî nirxandin û got ku bêdengiya rejîmê ya li hember pevçûnan balkêş e. Îso got ku êrîşên li ser kurdan rejîmê hilnaweşîne, berevajî emrê rejîmê dirêj dike û wiha axivî: "Rewşa heyî di maweyeke dirêj de dikare bibe sedemê fîtneya kurd û ereban. Rejîm jî vê yekê dixwaze. Rejîm ji bo ku pevçûneke wiha derkeve, ji mêj ve ye dixebite û dixwaze ku ev pevçûn mezin bibin. Kurd ji roja ewilîn ve dibêjîn ku em bi ereban re bira ne û kurd û ereb şirîkên hev in, dahatûya kurd û ereban yek, çarenûsa wan hevpar e, divê em li dijî rejîmê bi hev re tevbigerin. "
-Hewldana PYDê ya ji bo avakirina hikûmetê
Mistefa Îso diyar kir ku piştgiriyê nadin hewldana PYDê ya ji bo avakirina hikûmetê û got ku em di vê mijarê de hevalbend nînin. Li cihên ku kurd lê dijîn, parlementoyên herêmî hene. Ev hewcedariyên gel bi cî tînin. Dikarin bi saya van parlementoyan hewcedariyên gel bînin cî. Rejîma Baasê hêj jî di herêma me de ye. Divê ewil rejîm ji herêmê derkeve, piştî ku rejîm ji herêmê derket em dikarin rewşa nû saz bikin.