BURSA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, li taxa Mevlanayê ya navçeya Yildirimê beşdarî Merasîma Veguherîna Bajêr bû.
Serokwezîr, got ku çendakî ye li Misrê bûyerên dilsoj diqewimin û bi bîr xist ku ji 25ê çileya paşîn ya 2011an ve şoreşek pêk hat û wiha dewam kir: "Gelê Misrê ji bo demokrasiyê gava ewil avêt. Ev şiyarbûnek bû. Bi rastî ev hilweşîna rejîmên diktator û otoqratîk bû. Ev yek, silav bû ji bo aştiyê. Lê mixabin yên ker û kor hebûn. Tevî wan dîktatoriya 70 salî qediya û gel çû ser sandiqê."
Serokwezîr Erdogan, diyar kir yên ku 70 salî tehamulî rejîma otokratîk kirin, tehemulî Mursî nekirin ku bi ji sedî 52 rayên gel hatibû ser kar û wiha dewam kir: "Ev çi bû? Yên ku digotin em demokrat in, durûtiya xwe nîşan didan. Bi rastî ev ne demokrat bûn. Lewra van ji xwe re rejîmên kole dixwestin. Van dizanibî ku dê Mursî hemû gendeliyan ji holê rake. Van dizanibû ku Misra ku di nav hejartiyê de ye dê rabe ser piyan."
Erdogan wiha pê de çû: "Heke hûn ji min pipirsin yên ku 16 mîlyar dolaran piştgiriyê didin rêveberiya derbeyê, ew şirîkên rêveberiya derbeyê ne. Niha li Misrê terora dewletê tê kirin. Li Misrê du wêne hene, yek wêneyê rêhevalên Firawun e, yê din wêneyê rêhevalên Musa ye. Dê dîrok vê yekê wiha binivîse. Ez, êrîşên ku li îbadetxaneyan, dêr û mizgeftan têne kirin şermezar dikim lê ka li vê lîstikê binêrin. Îxwan, niha dêran diparêze lê medyaya Misrê dibêje 'Îxwanê 30 dêr şewitandin'. Halbûkî Îxwan, hewl dide ku dêran biparêze.
Ez ji vê derê bangî dinyayê dikim. Îbadetxaneyên mirovan cihên pîroz in lê van, li Sûriyê, li Misrê mizgeftên me şewitandin. Ha Beşar Esed, ha Sîsî tu ferqa wan ji hev tuneye."
Serokwezîr Erdogan jî îşareta "rabia"yê kir ku him li Misrê him jî li dinyayê bûye sebola derbenexwazan.