TBMM
Xebatên li ser makezagona nû dê hefta pêş me bidomin. Di hefta pêş me de dê li ser xalên "Bikaranîna zimanê dayikê", "Mafê perwerde, hînbûn û azadiyê" û hersê xalên ewil yên makezagonê û xala 4emîn ku bi wan re têkîldare dê niqaş bên kirin.
Nûnerên partiyên mûxalefetê yên ku di Komîsyana Lihevkirina Makezagonê de cih digrin der barê xebatên li ser van xalan de fikrên xwe bi nûçegîhanê AAyê re parve kirin.
Parlementerê CHPê yê Konyayê Atîlla Kart diyar kir, ji hersê xalên ewil yên makezagonê fêhm dikin ku Dewleta Tirkiyê Komar e û zimanê wê yê fermî jî Tirkî ye. Ew xwediyê wê fikrê ne ku divê ev hersê xal qet neyên guhertin.
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Oktay Ozturk jî der barê mijara zimanê perwerdehiyê de got: "Helwest û tevgerên me yên li hemberê van mijaran di serî de eşkere ne. Em li dijî perwerdeya bi zimanekî din in. Lewra zimanê fermî yê Komara Tirkiyeyê, tirkî ye. Kesên ku dixwazin zimanên din hîn bibin dikarin hîn bibin lê em ne piştgirê perwerdeya bi zimanekî din in.
Ji bo xebatên makezagonê parlementerê Batmanê yê BDPyê Bengî Yildiz jî got: "Xalên ku neyên guhertin, tiştekî wisa ne rast e. Beriya salên 1982an di makezagonên ku hatin amade kirin de tiştekî wisa tunebû. Li dinyayê di makezagona tu dewletekê de, tiştekî wiha tuneye. Der heq zimanê fermî yê dewletê de jî tu partî tiştekî nabêjin her partî qebûl dike ku zimanê dewletê yê fermî tirkî ye. Lê pirsgireka me perwerdeya bi zimanê zikmakî ye."