WASHINGTON
Serokê DYAyê Barack Obama diyar kir ku hêj biryar nedaye ka dê bersiveke çawa bidin bikaranîna çekên kimyewî ya ji hêla rejîma Sûriyê ve û got: "Artêş û ekîbên min li ser vebijêrkan dixebitin. Em nikarin dinyayeke ku tê de mirovên bêguneh, zarok û jin bên bijehrîkirin, qebûlbikin. Êrîşek wiha tê wê wetayê ku normeke navneteweyî tê binpêkirin, bi vî awayî hevkar û dostên me yên wek Tirkiye, Îsraîl û Urdunê jî ber bi talûkeyê ne. Ji bilî van berjewendiyên me yên navneteweyî jî tên binpêkirin. Dibe ku di pêşerojê de li dijî me jî ev çekên kîmyewî bên bikaranîn. Divê dinya normên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ne, biparêzin."
Obama, li Qesra Spî bi Serokomarê Estonyayê Toomas Hendrîk Ilves, bi Serokomarê Lîtvanyayê Dalîa Grybaûskaîte û bi Serokomarê Andrîs Berzîns re hevdîtinek kir.
Obama piştî hevdîtinê daxuyanî da û got: "Em li ser mudaxaleyeke berfireh naxebitin û em eskerên DYAyê naşînin wir. Em li ser mudaxaleyeke neberfireh dixebitin. Ev jî ji bo parastina normên li dijî bikaranîna çekên kimyewî yên navneteweyî dê bê kirin. Bila her kes bizane ku teqez mudaxaleyeke berfireh û leşkerî nayê kirin."