Sinan Doruk
2026 ж. 12 қаңтар•Rojanekirin: 2026 ж. 13 қаңтар
Li Kahramanmaraşê ji ber berfê û şert û mercên dijwar ên hewayê, li 6 navçeyan hemû dibistan, li 4 navçeyan jî hin dibistan bo rojekê tetîl kirin.
Midûriyeta Perwerdeyê ya Neteweyî ya Bajêr daxuyand li navçeya Andirin, Çaglayancerit, Elbistan, Ekinozu, Goksun û Nurhakê ji ber berf û şert û mercên hewayê ji bo rojekê navber dan perwerdeyê.
Hat daxuyandin, li navçeya Turkoglu, Dulkadiroglu, Onikişubat û Pazarcikê jî dibistanên li taxên çolterê tetîl bûn.