Li dibistanan ji bo tetîla nîvê salê zengila dersa dawîn sibê dê lê xe
Li tevahiya Tirkiyeyê qedera 18 milyonî xwendekar dê qarneyên xwe yên serdema yekem a sala perwerdehiyê ya 2025-2026an sibê bistînin
Ankara
Qedera 18 milyonî xwendekarên pêşdibistan, dibistana seretayî, dibistana navînî û lîseyê dê sibê qarneya xwe ya serdema yekem bistînin û bikevin tetîla nîvê salê.
Serdema yekem a sala perwerdehiyê ya 2025-2026an ya ku li Tirkiyeyê 8ê Îlona 2025an dest pê kir, dê sibê bi dawî bibe. Qedera 18 milyon xwendekar dê sibê qarneyên xwe bistînin û bikevin tetîlê.
Her wiha tetîla nîvê salê dê 19ê Rêbendanê Duşemê dest pê bike û 30ê Rêbedanê Înê bi dawî bibe.
Serdema duyem dê 2yê Sibatê Duşemê dest pê bike. Tetîla navberê ya serdema duyem jî di 16-20ê Adarê da ye.
Serdema perwerdehiya 2025-2026an dê di 26ê Hezîranê da bi dawî bibe.
