İbrahim Atmaca
06 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
MUŞ
Di çarçoveya "Seferberiya Xwendin û Nivîsandinê" ku bi hîmayeya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û jina wî Emîne Erdoganê dest pê kir da li Nasalika gundê Mûşê jinên ku qursa xwendin û nivîsandinê bi serkeftî kuta kirin, cube li xwe kirin, kep dan serê û mezûniyeta xwe pîroz kirin.
Qurs li Dibistana Seretayî ya Nadaslikê ku 25 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e, vebû û ji bo jinên ku qurs bi serkeftî kuta kirin, li baxçeyê dibistanê merasima mezûniyetê hat lidaxistin.
Sakîne Ekmena 60 salî ku di zaroktiya xwe da ji ber hin sedeman neçûye dibistanê û qurs bi yekemînî kuta kir jî di nav da 20 jin mezûn bûn. 15 jinan di merasimê da cube li xwe kir û kep avêt.
Jinan "belgeya xwendin û nivîsandinê" hildan û li ber panoya ku "bîranîna mezûniyetê" li ser dinvîse wêne kişandin.
Midûra Dibistanê Tugba Harmankayayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wê par li gund dest bi wezîfeyê kir û ji ber ku wan xeyalek jî pêk anî, ew kêfxweş e.
Harmankayayê diyar kir ku jinên gund pir dixwazin xwendin û nivîsandinê hîn bibin û wiha dewam kir:
"Me îro ji qursa xwendin û nivîsandinê ku bi pêşengiya Serokomarê me dest pê kir, 20 jinên me mezûn kirin. Me ji wan ra kep û cube peyda kir û hesreta dilê wan bi cih anî. Me bi vî hawî merasima mezûniyetê kir. Şehrînaz Demir û Sakîne Ekmen di qursê da jinên herî pîr û herî serkeftî ne. Wan jî bi xwendekaran ra pirtûk xwend."
Sakîne Ekmena ku qurs bi yekemînî kuta kir jî got ku ew kêfxweş in û wiha dewam kir: "Em wek jinên gund spasiya Serokomarê me û jina wî Emîne Erdoganê dikin. Xwedê kêmasiya wan nede. Em îro 20 jinên gund mezûn bûn. Me kep avêt û cube li xwe kir. Min zarokatiya xwe da nedît. Ev hesret di dilê min da nema. Em jin ji bo merasimê pir şa bûn."
Şehrînaz Demira 48 salî jî got ku ew bi saya serê perwerdeyê di demeke kin da xwendin û nivîsandinê hîn bûn û wiha dewam kir: "Dema ku ez diçim nexweşxaneyê êdî hejmaran û odeya doxtor dizanim. Xwendin xweş e. Min piştî 48 saliya xwe cube li xwe kir. Em pir kêfxweş in."