"Nûçegihan"a AAyê li beşa ragihandinê bû çavkanî
Hîndekar Zafer Çaglarê Midûrê Dibistana Bilind a Pîşeyê ya Zanistên Teknîkî: "Ev pirtûk ji bo xwendekarên di beşa ragihandinê de dixwînin çavkaniyeke pir girîng e."
Isparta
ISPARTA
Pirtûka bi sernavê "Nûçegihan" a ku ji hêla Ajansa Anadoluyê va hatiye amadekirin ji bo xwendekarên Zanîngeha Suleyman Demîrel bû pirtûka sereke.
Pirtûka "Nûçegihan" ya AAyê ji bilî rêbazên rojnamevaniya kevneşopî, li gor daxwaz û hêviyên xwendekarên medyaya nû jî hatiye amadekirin û ji bo xwendekarên ku di beşa ragihandinê de dixwînin pirtûkeke rêber a dersê ye.
Di pirtûkê de ji bilî medyaya nivîskî, ji medyaya dîtbarî jî agahiyên girîng hene.
Xwendekarên Beşa Teknîkên Dîtbarî û Bihîstbarî û Çêkeriya Medyayê yên Zanîngeha Suleyman Demîrel eleqe nîşanî pirtûkê dan.
Hîndekar Zafer Çaglarê Midûrê Dibistana Bilind a Pîşeyê ya Zanistên Teknîkî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand Ajansa Anadoluyê di qada nûçegihaniyê de li Tirkiyeyê û cîhanê di nav saziyên herî pispor de cih digre.
Çaglar bal kişande ser nûçe û wêneyên ajansê û got ev pirtûk ji bo xwendekarên di beşa ragihandinê de dixwînin çavkaniyeke pir girîng e.