08 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2016
HELEB
Nunerê Komeleya Mudafaya Însan û Xwîşk û Biratiyê (ÎMKANDER) yê Helebê Mecîd Osman diyar kir ku êrîşên rejima Esed û Rûsyayê yên ji hewa û bejayê da dibin ser Helebê dewam dike ji ber vê jî bangî çar aliyê dinyayê kir û got: "Zarokên li Helebê rizgar bikin, kal û pîrên li Helebê rizgar bikin."
Osman got ku li Helebê ji ber zêdebûna êrîşan nêzî 200 hezar sivîl di nava zor û zehmetiyê da dijîn, peydakirina xwarin, xurek, nan, av û derman ji bo wan pir bi zehmet e û ji ber vê jî divê demildest korîdora alîkariyê bê vekirin.
Osman ragihand ku niha li Helebê trajêdyayek diqewime û wiha dewam kir: "Hêzên rejima Esed û Rûsyayê bênavber ji beja û asmanan li ser sivîlan bombeyan dibarînin. Her ku diçe êrîş zêdetir dibin. Li vê derê trajêdyayeke komkujiyê diqewime. Niha nexweşxane hilweşiyane û bûne xwelî. Derman tuneye û zarokên me ji birçîna li ber mirinê ne."
Hêzên PKK/PYDê hin taxên ku tirkmen lê dijîn xistin bin kontrola xwe û Osman ji bo wê yekê jî got: "PKK/PYDyê taxên ku tirkmen lê dijî bi dest xistine û li taxan depoyên xwarin û dermanan talan dikin. PKK/PYD, Rûsya û rejima Esed bûne yek û zilmê li gelê me dikin. Ez ji vir bangî dinyayê dikim ku zarokên li Helebê rizgar bikin. Zarok û kal û pîr asteng in ku em şer bikin. Di şert û mercên dijwar ên zivistanê da gel ji ber bombebaranê şîvar û şerpeze dibe."
- "Ji bo me dia bikin"
Ebû Xezeb Fîrazê tirkmen ê ku li Helebê yek ji wezîfedarê alîkariyê yê komeleyê ye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Helebê ji 200 hezarî zêdeitr însan ji hêla leşkerên rejima Esed va hatine dorpêçkirin.
Fîraz diyar kir ku hêzên Esed dixwazin xelkê sivîl qir bikin û wiha dewam kir: "Heleb hatiye dorpêçkirin. Dixwazin xelkê sivîl qir bikin. Ez bang li misilmanên dinyayê dikim ku dia bikin. Ez di serî da Tirkiye, bang li hemû misilmanên dinyayê dikim ku ji bo gelê Helebê ku li ber mirinê ne, bibin alîkar."