Jiyan

Xwarina sifreyên paşîvê "kadeya tendûrê"

Kadeyê tendûrê yê ku yek ji xwarinên herêmî yên Rojhilatê Anadoluyê ye û bi xwelîs û hevîrê birûn tê çêkirin ji ber ku mirov têr dihêle bi taybetî di paşîvan da gelekî tê xwarin

Elif Orhan   | 15.05.2019
Xwarina sifreyên paşîvê "kadeya tendûrê"

Erzincan

Kadeyê tendûrê yê ku yek ji xwarinên herêmî yên Rojhilatê Anadoluyê ye û bi xwelîs û hevîrê birûn tê çêkirin ji ber ku mirov têr dihêle bi taybetî di paşîvan da gelekî tê xwarin.

Kade, kopul û nanê ku hosteyên jin di remezanê da bi mesaiya zêde li tendûrê dipêjin digel sifreyên fitarê di paşîvê da jî gelekî tê xwarin.

Xwarina sifreyên paşîvê "kadeya tendûrê"

Kadeyê tendûrê yê ku yek ji xwarinên herêmî yên Rojhilatê Anadoluyê ye û bi xwelîs û hevîrê birûn tê çêkirin ji ber ku mirov têr dihêle bi taybetî di paşîvan da gelekî tê xwarin. Kade, kopul û nanê ku hosteyên jin di remezanê da bi mesaiya zêde li tendûrê dipêjin digel sifreyên fitarê di paşîvê da jî gelekî tê xwarin. ( Kemal Özdemir - Anadolu Agency )

Ali Demirê ku li kargeha xwe ya li Taxa Ulalara Erzincanê xurekên biarvan ên herêmî çêdike daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku berhemên xwe bi temamî tebiî û rêbazên adedî çêdikin.

Demir qal kir ku berê di mala herkesê da tendûr hebûn û wiha axivî: "Van demên dawîn welatî bêtir nanê hazir tercîh dike û ji ber vê êdî di tendûran da nan zehf nayê çêkirin. Em li vir li gor adedên berê kadeyan çêdikin û xizmetê didin mişteriyên xwe."

- "Sifreyên paşîvê bê kade nabe"

Demir diyar kir ku kadeya tendûrê bi taybetî di meha remezanê da li her sifreyê li malên bajêr heye û ev gotin:

"Em ji bo çêkirina kadeyê arvan, rûn, xwê, şekir û haveynê bi kar tînin. Di kadeyên me da madeyên zirarê didin tune. Bi saya xwelîsa tê da mirov têr dimîne û birçî nabe. Ji ber ku remezan e û di tendûrê da tê pehtin welatî eleqeyeke mezin nîşan didin. Sifreyên paşîvê bê kade nabe."

Demir qal kir ku ji bajarên din û dervayî welêt jî siparîşan distînin û nagihêjin daxwazan lewra saetên xebatê zêde kirin.

Hatun Uçuma ji karkerên ku di tendûrê da kadeyan dipêje got ji bo ku kadeyan bigihînin siba zû dest bi xebatê dikin.

Ji kiryaran Dîlek Ataşê jî qal kir ku tahma kadeyên ku bi awayekî sade û tebiî tên çêkirin bi tu tiştî ra neguhere.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın