Jiyan

Jiyana dijwar a koçeran nabe sedem ku rojî negirin

Koçerên Rihayî ji bo ku heywanên wan di bin tesîra hewaya germ da nemînin koçî herêma Qerejdaxê ya 1919 mêtro bilind dikin û digel mesaiya xwe ya seranserê rojê û ya dijwar dîsa jî rojiya remezanê digirin dilaram in

Elif Orhan  | 16.05.2019 - Rojanekırın : 19.05.2019
Jiyana dijwar a koçeran nabe sedem ku rojî negirin

Şanlıurfa

Koçerên Rihayî yên ku di konên mû da dijîn û ji bo ku heywanên xwe herdem cî diguherin ji ber ku li herêmê hewa germ bû koçî herêma Qerejdaxê ya 1919 mêtro bilind kirin û digel mesaiya xwe ya seranserê rojê û dijwar rojiya remezanê digirin.

Jiyana dijwar a koçeran nabe sedem ku rojî negirin

ŞANLIURFA (AA) - Koçerên Rihayî yên ku di konên mû da dijîn û ji bo ku heywanên xwe herdem cî diguherin ji ber ku li herêmê hewa germ bû koçî herêma Qerejdaxê ya 1919 mêtro bilind kirin û digel mesaiya xwe ya seranserê rojê û dijwar rojiya remezanê digirin. ( Halil Fidan - Anadolu Agency )

Qismekî koçerên ku zivistanê li deştên Rihayê yên ku zivistan lê hênik derbas dibe dimînin havînê ji bo heywanên xwe ji ber ku hêniktir in diçin cihên bilind ên bajêr û hin ji wan jî diçin zozanên li Rojhilatê Anadoluyê.

Koçerên ku vê heyamê ji ber ku hêniktir e li cihên bilind ên Qerejdaxa ku wekî "Uludaxa Başûrê Rojhilatê" tê nirxandin derbas dikin jî bi saya hewaya hênik di meha remezanê da dikarin ku bi hêsanî rojiyên xwe bigirin.

Heywandar di piraniya rojê da bi heywanên xwe ra eleqedar dibin û sibê û esrê rojê du caran bi sedan heywanê xwe didoşin û nîvro jî ji bo mihên xwe ji bîrên 10 mêtroyî bi satilan avê derdixînin.

Mêr piranî bi heywanan ra eleqedar dibin jin jî ji aliyekî va dixebitin û ji aliyê din va jî li konên xwe amadehiya fitarê dikin. Malbatên koçer bi xwendina banga mexrebê ra li konên xwe fitara xwe dikin.

- Êvaran sobeyê pê dixin û germ dibin

Koçer digel teknolojiya pêşketî bi rêbazên edetî jiyana xwe didomînin û bi saya panelên tavê yên biçûk bi şev konên xwe ronî dikin û dikarin têlevîzyonê temaşe bikin. Li Rihayê welatî hewl didin ku bi klîmayan xwe hênik bikin lê koçerên li Qerejdaxê êvaran bi sobeya pêxistî xwe germ dikin.

Şivan jî fitar û paşîva xwe li ba heywanên xwe di merayan da dikin.

Gelek koçerên li herêmê jî amadehî dikin ku piştî eyda remezanê biçin zozanên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê.

- "Xwedê alîkariyê dike"

Ji xwedîkerên heywanan Mahmut Arak daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê da got ku li gor şert û mercên hewayê herdem koç dikin û hewl didin ku heywanên xwe bi awayekî herî baş xwedî bikin.

Arak bal kişand ku herdem bi heywanan ra eleqedar dibin û wiha axivî:

"Me zivistan û mehên ewil ên biharê li herêmên guncav ên Rihayê derbas kir. Ji ber ku hewa germ bû em wekî her sal hatin Qerejdaxê. Em ê bi qasî 20 rojan li vir bimînin û paşê derbasî Karliovayê bibin."

Arak qal kir digel mesaiya dijwar dîsa jî rojiyên xwe digirin dilê wan rehet e û ev gotin:

"Meha remezanê hat û em jî digel hemû zehmetiyan hewl didin ku îbadetên xwe bikin. Mih sibê zû ji merayê tên û em çendî saetan di bin tavê da wan didoşin. Em nîvro ji bîran avê dikêşin û heywanan av didin. Paşê dîsa ji bo çêrê heywanan derdixînin merayê û esrê dîsa wan didoşin. Berêvarê şivan heywanan dîsa derdixînin merayê û fitar û paşîva xwe li merayê dixwin. Em jî di konên xwe de fitar û paşîva xwe dixwin. Heyata me gelekî dijwar e. Lê şikir digel zê zehmetiyê em rojiyên xwe digirin. Xwedê alîkariyê dike. Em ji ber ku dikarin îbadetên xwe bikin dilrehet in."

Osman Çetînê ku şivantiyê dike jî diyar kir ji ber ku meha remezanê rastî havînê tê ev demeke dirêj e ku li malê paşîvê naxwin û fitarê nakin û da zanîn ku şev û roj li ber heywanan e û lewra mecbûr dimîne ku merayê bifitire.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın