Serdar Adıyaman
21 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2021
Xelata navçeya Bidlîsê bi berfa ku ji duh bi şev vir va dibare, spîçîl bû.
Li navçeya ku sermayê tesîreke neyînî li jiyanê kir, bi barîna berfê va li Goristana Selçûqiyan û li ciyên din ên bajêr ên dîrokî dîmenên xweşik derketin holê.
Welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kirin.
Her wiha ekîbên şaredariyê jî berfa li ser kuçe û kolanan paqij kirin.
Welatî Umit Akkaya diyar kir, li navçeyê barîna berfê bi bandor e, digel zehmetiya wê, dîmenên xweşik jî derketin holê.