Sıraç Karadeniz
21 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2022
Çiyayê Efkarê (Xeyalê) yê li Şemzînana navçeya Hekariyê ku ji terorîstan hat paqijkirin wê têkeve xizmeta gel.
Bi saya operasyonên serfirazî yên hêzên ewlehiyê va li navçeyê hizûr û aramî bi cî bû û bi piştevaniya wezaretan û xebatên şaredariyê va jî gelek projeyên bi kêr tên dikevin rewacê.
Li navçeyê tesîsên werzîşê hatin avakirin, bi saya hewzên soberiyê û seheyên taxê va ciwan sporê dikin. Bi saya qursên li navçeyê tên dayîn va jî jin û qîz wextê xwe yê vala da hînî tiştên nû dibin.
Ji hêla binesaziyê va jî xebat hatin kirin û rêyên li navçeyê tên nûkirin û di çarçvoveya veguhestuna rûçika navçeyê da wê li Çiyayê Xeyalê jî "Girê Temaşeyê" wê bê çêkirin.
Li herêmê bi saya têkoşîna bi biryardarî ya dijî terorê çiya ji terorîstan hat rizgarkirin û di merheleya ewil da şaredariyê li qada ji 10 hezar metreqereyî pêk tê 7 hezar metre qereyî dar û devî danî, 30 xincik bi cî kir û ji bo parqkirina wesayîtan jî qadeke têrî 100 wesayîtan dike cihê kir û daşîr ava kir.
Înşeata restoranê jî dewam dike û di merheleya duyemîn a xebatan da jî wê rêyên duçerxê, bexçeyên çay vexwarinê, pareşûta berpalê û qadên kampê wê bên çêkirin. Tê xwestin ku bila turîstên xwemalî û biyanî bên û ji xweşiya navçeyê îstifade bikin.
- "Ji bo rêça terorê paqij bikin em ê hetanî roja xwe ya dawîn bixebitin"
Şaredar Tahîr Sakli daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo bajar bigihîje xizmetên şaredariyê û refaha gel zêde bibe hin proje amade kirin.
Sakli destnîşan kir ku bi saya xebatên serkeftî yên hêzên ewlekariyê navçe gihîşt hizûrê û wiha axivî: "Em niha li Çiyayê Efkarê ne. Berê ev deran kozikên terorîstan bûn. Her tim ji vê derê guleyên çavtirsiya ber bi navçeya me diavêtin. Di van demên dawîn da bi saya dewleta me hizûr hat memleket. Hingî bi destê welatiyan hatim hilbijartin ji bo navçeyên hewl didim. Bi destpêkirina şaredariya ji bo gel va her ku çû reng û rûyê navçeya me guherî."
Sakli destnîşan kir ku Çiyayê Efkarê vegerandin seyrangehê û gelê navçeyê li vê derê dema xwe derbas dike û wiha pê da çû:
"Ev dera ji bo gelê me bû ciyekî baş. Em ê ji navçeya xwe ra xizmetên baş bikin. Me hewza nîvolîmpîk û saheya xalîçe temam kir. Avakirina avahiya me ya xizmetê dewam dike. Em ê dora çêm çêbikin navçeya xwe bi xizmetan bixemilînin. Hem ji bo rêça terorê paqij bikin hem jî hizûrê pêk bînin em ê hetanî roja xwe ya dawîn bixebitin. Xwedê hizûra me xirab neke, zirarê nede welatê me."
Zekî Demirê ji gelê herêmê jî bal kişand ku proje ji bo navçeyê gelekî girîng e û wiha pê da çû: "Em tên ji vê derê li bajêr mêze dikin, bîna xwe didin. Ji kesên keda wan tevlî bûn ra sipas dikim. Bû tesîseke baş."