Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Abdullah Söylemez,Günay Nuh,İsmail Hakkı Demir,Yusuf Ayas
21 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2021
ERZURUM (AA) - Li Erzirom, Qers, Agirî û Erdexanê serma û mij bi bandor e.
Li Erziroma ku bi navber berf lê dibare, ji ber sermayê qerm ket erdê.
Li bajêr şadirwanên hin mizgeftan qerimîn, rê û peyarêyan cemed girt.
Li ciyên bajêr jî bager radibe.
Li tanga Taxa Degirmendereyê ya li ser rêbejaya Şenkaya-Erdexanê jî berfeke zêde dibare.
Li devera ku gelek barbir û otomobîl di rê da man, ekîbên rêbejayê xebata dijî berfê didomînin.
- Qers
Li Qersê ber û serma bi bandor e.
Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 18emîn li ser rêbejaya Qers-Dîgorê xebatê dikin ku lê berf û bager bi bandor e.
Li navçeya Sariqamîşê stûriya berfê derket 25 santîmetreyan, li pîstên etaba duyemîn a Navenda Kaşûnê Cibiltepeyê jî derket 40 santîmetreyî.
Welatî Emrah Yilmaz diyar kir, li navçeyê 4 roj e berf dibare û wiha got, "Em berfa li ber mal û kargehên xwe diavêjin. Berf li Sariqamîşê tê, em kêfxweş in."
- Erdexan
Li Erdexanê jî li ciyên bilind barîna berfê bi bandor e.
Li bajêr her wisa li hin ciyan ji ber bagerê di veguhestinê da astengî çêdibin.
Derwazeya Ilgarê ya li ser rêbejaya Erdexan-Posofê vebû ku pêr ji ber berf û bagerê xitimîbû.
- Agirî
Li Agiriyê jî barîna berfê ya ku 3 roj e didome, destê sibehê cihê xwe da hişkiyê.
Ekîbên şaredariyê kuçe û kolanên ku tijî berf bûn, paqij dikin.
Ekîb berfê bar dikin kamyonan û dibin li dervayî bajêr vala dikin.
Li bajarê ku dar û wesayît di bin berfê da man, welatiyan berfa li ber kargehên xwe paqij kirin.