Hüseyin Yıldız
17 Îlon 2022•Rojanekirin: 20 Îlon 2022
Teyrên masîxur yên masiyan naxwin bi keriyên pez û dewaran ra digerin û zikê xwe têr dikin.

Li Parka Neteweyî ya Çiyayê Agiriyê ku li Tirkiyeyê parka herî mezin ya neteweyî ye gelek teyr û tilûr û heywanên çolê hene.

Li parka ku nêzikî 88 hezar hektarî mezin e teyrên masîxur jî hene. Ev teyr piranî bi keriyên pez û dewaran ra digerin û bi vî awayî zikê xwe têr dikin.
Ev teyr her çiqas ji cisnê masîxuran bin jî masî naxwin. Li pey pez û dewaran digerin û gava kêzik û bihok li dora pez û dewaran direvin wan diqefêlin û dixwin.