Ahmet Kaplan,Ömer Yasin Ergin
16 Îlon 2022•Rojanekirin: 19 Îlon 2022
Bajarê Diyarbekir a bi berhemên xwe yên dîrokî û turîzma baweriyê va her diçe zêdetir balê dikişîne ji turîzma payîzê hêvîdar e.

Bajarê ji gelek şaristaniyan ra mazûvanî kiriye ku sûrên wê di Lîsteya Mîrateya Çanda Dinyayê ya UNSECOyê da cih digire, Baxçeyên Hevselê, Kompleksa Muzeyê ya Îçkaleyê, Mizgefta Mezin, Pireya Dehderî, Xana Hesenpaşa li ser xwe dihewîne û di her demsalê da mêvanan diezimîne lê herî zêde bihar û payîzê qelebalixî lê zêde dibe.

Bajarê Diyarbekir a bi berhemên xwe yên dîrokî û turîzma baweriyê va her diçe zêdetir balê dikişîne bi hênikbûna dinyayê va zêdetir bala turîstan dikişîne ser xwe.
Di 8 mehên ewil ên salê da 652 hezar û 713 kes wek turîst hatine bajêr û tê payîn heta dawiya salê ev hejmar ji milyonekî zêdetir bibe.

- "Di berfanbarê da wê gelek otêl tijî bin"
Serokê Lijneya Nûnerê ya Herêma Mezopotamyayê yê TURSABê Mehmet Akyil daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku di heyama şewbê da ji sektorên herî zêde zirar dît yek jê turîzm bû.
Akyil ragihand ku bi asayîbûnê va rewş piçek baştir bû û ji meha îlonê pê va hemû otêlên li bajêr tijî ne û wiha domand: "Me herî zêde di sala 2019an da li Diyarbekirê mêvan ezimandibûn. Wê salê nêzî milyonekî turîst hatin bajêr û em îsal wê rekorê jî serobin dikin û dibin xwedî rekoreke nû."
Akyil destnîşan kir ku tevlî mêvanên tên û dimînin yên ku rojane jî tên bên hesibandin hejmara turîstên tên serdana Diyarbekirê ji 2 milyonî zêdetir e.
Li Sûra navçeya Diyarbekirê di navbera 8-16ê Cotmehê da wê Mihrîcana Rêya Çandê ya Sûrê bê lidarxistin û ev yek jî ji bo turîzma bajêr wê bi kêr bê.