Haydar Şahin
03 Mijdar 2018•Rojanekirin: 05 Mijdar 2018
ERZINCAN
Şelaleya Girlewikê ya li Erzincanê ya bi xweşikahiya xwe ya tebiî balê dikişîne payîzê ziyaretvanan şaş û metel dihêle.
Şelaleya Girlewikê ya ku ava 9 çeman jê ra diherike û 35 kîlomêtre li dûrî navenda bajêr e her demsalê dîmenên xweşik derdixe holê û pê ziyaretvanan kêfxweş dike.
Girlewik havînê bi hewaya hênik û hêşinahiya li der û dorê zivistanê bi cembelîkên bûzê yên dirêj eleqeya ziyaretvanan dikişîne payîzê jî bi pelgên zer ên li ser erdê reşiyane.

Payîzê dema pelg û nebatên li der û dorê zer dibin şirşirnek bi awayekê din dixemile, ava ji 40 mêtre jorê dirije jî dîmenên xweşik derdixe holê.
Ziyaretvanên ji bo wêneyên herêmê bikişînin eleqeyeke mezin nîşanî vê derê didin û kêfa xweşikahiyê derdixin.
Emrah Taşçiyê ziyaretvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xweşikahiya vê derê ya bêhempa nîşana hebû Xwedê ya herî mezin e.
Taşçi wiha got: "Ev dera ciyekî zehf xweş e. Ji ciyên li Erzincanê dibê werin dîtin yek jî ev der e."
- " Di her demsalê da xweşikahiyeke cuda heye"
Yeşîl Gazîogluya ziyaretvan jî got ji bo ku vê derê bibîne ji Stenbolê hat û wiha pê da çû:
"Devê min nazvire ku ji bo terîfa vê derê tiştekê bibêjim. Di her demsalê da xweşikahiyeke cuda heye. Ez ji Stenbolê hatim. Min got hetanî vê derê nebînim ez derbas nabim. Bi guherîna demsalê tebîeta vê derê jî diguhere."
Tatyana Taşçiya ji Rûsyayê hatiye dîtina şirşirnekê jî destnîşan kir ku tebîeta herêmê zehf kaw e û heyrana vê derê ma.