Galatasarayê Liverpool 1-0 têk bir û beriya rovanşê şansê xwe zêde kir
Istanbul
EMRAH OKTAY - Galatasarayê di pêşbirka ewil a 16 tûrên dawî ya Lîga Şampiyonên UEFAyê da Liverpoola ku kir mêvan, 1-0 têk bir û beriya rovanşê şansê xwe zêde kir.
Ekîba zer û sor di "Lîga Dêwan" da hê dewam dike û li RAMS Parkê mazûvaniya Liverpoola tîma Îngiltereyê kir.
Tîma zer û sor di serê pêşbirkê da rastî zexteke zêde ya Liverpoolê hat û tengasî kişand, lê pozîsyon jî neda reqîbê xwe. Galatasaray zûtirî ji zextê filitî û tîmê di deqîqeya 7emîn da bi gola Mario Lemina 1-0 da pêşiyê.

Di nîvê duyem ê pêşbirkê da her du tîman jî pozîsyonên avêtina golan bi dest xist, lê tu gol nehatin avêtin û Galatasaray 1-0 ji sehayê vekişiya û beriya pêşbirka rovanşê şansê xwe zêde kir.
- Pêşbirka rovanşê di 18ê Adarê da ye
Galatasaray wê pêşbirka rovanşê ya 16 tûrên dawî di 18ê Adarê roja çarşemê li deplasmanê bileyîze.
Pêşbirk wê li Anfieldê were lîstin û li gorî saeta Tirkiyeyê di 23.00î da dest pê bike.
Ji bo derketina fînala çaryek di pêşbirkê da bernaberî jî têra Galatasayê dike.

