31 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2016
BATMAN
Koçerên ku biharê bi pezên xwe va ji Batmanê koçî zozanên li Rojhilatê Anadoluyê dikin piştî ku hewa sar dibe piştî rêwîtiyeke ku bi rojan ber xwe dida paşda vedigerin gundên xwe.
Koçerên ku li der û dora Batmanê dijîn di nîsan û gulanê da dema ku hewa germ dibe dest bi rêwîtiya xwe ya ewil dikin. Koçer kon, eşye û heywanên xwe hildidin û derdikevin rêya zozanên li Herêma Rojhilatê Anaadoluyê û hetanî payîzê li wê derê dimînin.
Piştî ku hewa sar dibe koçer di mijdarê da derdikevin rêwîtiya xwe ya 2yan û hetanî berfanbarê koça xwe didomînin. Koçerên ku konên xwe li hespên xwe dikin û ji zozanên Agiriyê dest bi rêwîtiyê dikin û rêwîtiya wan hetanî Batmanê dewam dike xwe gihandin gundê Demirbîlekê.
- Rêwîtiya wan 2 mehan ber xwe da
Zekî Gunbeyê koçer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku rêwîtiya wan 2 mehan ber xwe da, di rêwîtiyê da di nav şilî û şepeyê da pezên xwe anîn.
Gunbey destnîşan kir ku ji ber şilî û sermayê rêwîtiya wan zehf zor derbas bû û wiha got: "Em bi 800 heywanî va hatin vê derê. Zivistanê dest pê kir em ê êdî têkevin kona. 6 meh şûn da em ê dîsa derkevin rêwîtiya xwe."
Adîl Ataş jî diyar kir ku qasî 5-6 mehan li zozanên Eledaxê man û piştî ku hewa sar bû derketin rêwîtiyê û wiha axivî: "Pezê me dizê. Emê konên xwe vegirin û pezê xwe tê da xweyî bikin. Di biharê da jî dîsa derkevin rêya zozanan."
Sabîha Altunê jî got ku havînê ji şîrê pêz penîr, toraq, rûn û mast çêdikin û difroşin, bi wî pereyê ku qezenc dikin va jî zivistanê debara xwe dikin.