28 Gulan 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
BÎNGOL
Jinên koçer ên ku li Zozanê Başkoya Sancaka beldeya Bîngolê dimînin, ji bo alîkariya şivanan bikin pêz dibirin.
Koçerên ku ji bo herin zozanên li Gimgima navçeya Mûşê 15 roj berê ji Qereqoçana navçeya Elezîzê derketin rê li Zozanê Başkoyê dimînin.
Koçerên ku debara xwe bi heywandariyê dikin qederê 6 mehan li zozanan dimînin û di nav zor û zehmetiyê da jiyana xwe dewam dikin.
Di nav koçeran da mêr şivaniyê dikin û jin jî karê malê dikin û li zar û zêçan dinihêrin. Jinên koçer carna ji bo alîkariya şivanan bikin pêz birin û heywanên xwe ji bo havînê hazir dikin.