Hüseyin Yıldız
26 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 28 Berfanbar 2024
Rûyê Gola Uçkayayê ya li Îdirê di sir û seqemê da qerisî.
Li bajêr ji ber sir û sermayê gelek robar qerimîn û rûyê golan qerisî. Li navçeya Tuzlucayê rûyê Gola Uçkayayê ya ku siruşthez ji bonê tên herêmê, qerisî.
Alî Ozturkê ku ji bo gerê hatiye herêmê, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew wek ekîb li ser gola ku rûyê wê qerisiye, meşiyan.
Ozturk diyar kir, li navçeya Tuzlucayê di navbera gundên Uçkaya û Buruksuyê da digerin û nas dikin. Ozturk wiha axivî, "Rûyê Gola Uçkayayê cemed girtiye, ji bo werzişa siruştê kêrhatî ye. Meriv dikare werzişa zivistanê jî ya havînê jî li vê derê bike. Havînê lê kamp tê kirin."
Ozturk destnîşan kir, gund bi taybetî bi robar û siruşta xwe va balê dikişîne û got ku ew li benda siruşthezan in ku werin herêmê.
Volkan Kutluca jî diyar kir ku gol her demsal balê dikişîne, bi halê wê yê ku rûyê wê qerisiye va jî divê meriv bibîne.