SÎÎRT
Koçer her tim cihê xwe diguherin û her demsalê diçin herêmeke din û li wir konên xwe datînin. Lê belê îsal zivistan zehf sar e û jiyana koçeran zehf zor derbas dibe.
Zivistan li der û dorên Çemê Dîcle û Çemê Botanê hênik derbas dibe û ji ber vê jî koçer ji Agirî, Mûş û Wanê derbasî van deran dibin. Îsal koçer li Sêrtê di bin berfê de man.
Koçer diyar dikin ku di van du mehên dawiyê de gur ketine nav pezên wan, ji ber berfê konên wan jihevda ketine û hin pezên wan biavê re çûne. Di du mehan de bi tevahî 460 pezên wan mirar bûne.
Zivistanê gur nikarin ji xwe re xwarinê bibînin û ji ber vê jî erîşê pezên koçeran dikin. Koçer jî ji bo ewlahiya xwe kûçikên xwe bi goşt û hestiyan ve xwedî dikin da ku xurt bin û pezên wan biparêzin.
Ligel sermahiyê jin li rexê çeman kinc û firaqên xwe dişon û di tendûrên nav berfê de nan dipêjin.
Zar jî di nav berfê de bi sol û kincên qelişî ve têkoşîna jiyanê didin.
Zivistan bêtedbîr di ser koçeran de hatiye û ji bo vê koçer ji destûrmendan alîkariyê dixwazin.
Elî Baykarayê koçer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di du mehan de peyatî ji Wanê hatine Sêrtê lê di emrê xwe de cara ewil zivistaneke wiha hatiye serê wan.
Baykara eşkere kir ku 2 hefte berê ji zonanên Wan, Mûş û Agiriyê dageriyane û wiha got:
"Bireke me di rêya Sêrt û Guçlukonakê de bi ava Çemê Dîcleyê re çû û loma 200 pezên me mirar bûn. Li ser rêya Sêrt û Eruhê ji ber berfê konên me jihevdaketin û 180 pezên me mirar bûn. Li ser rêya Baykan û Bidlîsê gur kete nav pezên me û 80 pezên me mirar bûn. Her salan zivistan hênik derbas dibû. Lê îsal zivistan zû hat û em bêtedbîr bûn. Roja ku em hatin Sêrtê bişev berf ket û em heta sibê ranezan. Jiyana me zehf çetin derbas dibe. Îsal em zehf mexdur bûn. Ji ber berfê em pêrîşan bûn."