06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2016
BITLÎS
Li Bidlîsê ji ber berf û bagerê rêya 14 gundan hat girtin.
Midûrê Xizmetên Çûyîn û Hatina Rê ya Îdareya Taybet a Bajêr Yucel Îlarsan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji do vir da ji ber berfa ku dibare rê ya 14 gundên girêdayî navend û navçeyan hat girtin.
Îlarsan destnîşan kir ku ji bo vekirina van rêyên girtî ekîb bênavber xebatên xwe didomînin, ji bo rewşên acil ekîbên wan ên amade jî hene lê belê dibê welatî îxbarên bêesl nekin.
Îlarsan diyar kir ku ji roja ku berfê dest bi barînê kir vir da rêya 132 gundan hat girtin, rêya 119 gundan vekirin, hetanî îro 984 kîlometre rê paqij kirin û ji çûyîn û hatinê ra vekirin.
Midûrê Meteorolojiya Bidlîsê Rasîm Saraç got germahiya hewayê dikeve dibe ku erd bicemide, bira welatî ji bo vê baldar bin.
Li tanga Rewhayê ya li ser rêbeja Bidlîs-Tetwanê ji ber mijê tirafîk bi kontrol dewam dike.
Polêsên tirafîkê hişyariyê didin welatiyan ku bira bê zincîrên berfê û lastîkên zivistanê dernekevin rê.