06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê piştgirî û alîkariya malbatên ku ji ber êrîşên rêxistina terorê PKK mexdur bûne dewam dike.
Komirên ku bi motoran ve tînin taxa Ataturkê ji bo 9 hezar malbatan yek bi yek tê teslîmkirin.
Midûrê Weqfa Hevkarî û Alîkariya Civakî ya Walîtiya Şirnexê Hasan Gungen daxuyand ku ji bo ew alîkariya malbatên ji ber êrîşên terorê mexdur bûne bikin, serê malbatê tonek komir belav dikin.
Gungen got ku 9 hezar malbat li 12 taxan dijîn û bi alîkariya mixtarên wan taxan ve ew komirê belav dikin û wiha axivî: "Emê malbatên ku mexdur bûne bikin. Malbat dema komirê hildidin kêfxweşiya xwe tînin ziman. Ji bo 2 hezar malbatan jî em hezar û 500 lîre didin ku ew pêdiviyên xwe bikirin. Emê hewl bidin ku alîkariyan zêde bikin."
Kadrî Bayarê mixtarê taxa Ataturkê jî got ku Walîtiya Şirnexê alîkariya malbatan dike û bi saya van alîkariyan malbat şewata xwe peyda dikin.
Welatî Cemîl Uçar jî bal kişande alîkariyan û wiha got: "Xwedê ji wan razî be ku di vê zivistanê de alîkariyê dikin. Keda kî hebe bila hemû sax bin."