06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2016
VAN
Fevzî Ozgokçeyê Şaredarê Tuşbayê destnîşan kir ku li taxa Kalecikê 4 Malên Wanê tên çêkirin û got ku navê kesên ku berê xizmeta bajêr kirine li malan datînin.
Ozgokçe destnîşan kir ku bi hevkariya Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê malên Wanê ji bo tûrîzmê çêdikin û got ku bi hevkarî û dengdayîna kesên eleqedar li qade 20 hezar mêtroqere proje tê çêkirin.
Ozgokçe der barê rêxneyên ku ji bo navan tên kirin da jî destnîşan kir ku divê meriv li ser navan nesekine û wiha dewam kir:
"Ev 4 mal ku Mala Elîpaşa, Mala Xusrevpaşa, Mala Emînpaşa û Mala Cevdetpaşa ne, li gorî tîpolojiya malên Wanê hatine amadekirin û dê tê da hemû nirxên me yên çandî û herêmî bên domandin. Herwiha dê bona tûrîzmê bibe navendeke nû ya cazîbe û balkêşiyê. Emê navê hemû şexsên giring ên herêma me, ên Wanê bidin jiyandin."
Şahabettîn Ozturk ku rêveberê Projeya Malên Wanê ye, destnîşan kir ku wan pêdivî dît ku der heqê navên Malên Wanê ên ku bi destê Şaredariya Tûşbayê va tên avakirin, daxuyaniyekê belav bikin.
Ozturk komîsyona ku ji bo eşkerekirina navan li Walîtiyê hatibû avakirin bibîrxist û got: "Di eşkerekirina navan da qestek û niyeteke xerab tuneye. Ev hersê paşa jî li Wanê wezîfe kirine. Nav û dengê van kesan him li taxan û him jî li saziyên dewletê tên zanîn."