
Muş
Serhat Gulerê ku li Mûşê cotkariyê dike, romorka traktorê seba ciwan û zarokan kir hewz ku tê da xwe hênik bikin.
Gulerê 26 salî yê li gundê Tabanliyê yê 20 kîlometre dûrî navenda bajêr dijî, bi alîkariya hevalên xwe romorka traktorê veguherand hewzê avê.
Ciwan û zarokên ku ketin nav ava di hundirê romorkê da, di kelekela germê da xwe hênik kirin.
Guler ji mensûbên çapemeniyê ra diyar kir ku ji bo hênik bibin, wan ev rêbaz ceriband.
Guler bal kişand ku ew di kelekela germa havînê da aciz dibin û wiha dewam kir:
"Dema em dixebitin ji ber germê em pir zehmetiyê dikişînin. Em cotkar in û em genim didirûn. Ji bo ku em xwe di saetên îstirahetê da xwe hênik bikin, me romorka me ya 15 tonî tijî av kir. Em bi taybetî di saeta herî germ a rojê da xwe tê da hênik dikin. Kêfa zarokan jî pê ra tê. Em jî hem xwe hênik dikin û hem jî karê xwe bi rihetî dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.