Kûçikê ku ji gora xwediyê xwe dûr nakeve mirovan xemgîn dike

Hakkari
Kûçikê Mugdat Esener yê ku 10 roj berê li Yuksekovaya navçeya Hekariyê hat definkirin li ser gora xwediyê xwe disekine ku yên vê rewşê dibînin hestiyar û xemgîn dibin.
Mugdat Esenerê 27 salî li Wanê piştî krîza dil li nexweşxaneyê mir û di 21ê Tîrmehê da li goristana gundê Akocakê ya li navçeya Yuksekovayê hat definkirin.
Esenerê ku bi heywanheziya xwe va dihat nasîn 4 sal berê ji kolanê cêwrikek hilda, xwedî kir û mezin kir.
Kûçikê wî 10 roj e li ser gora wî naçe tu derê ku kesên tên goristanê dema kûçik dibînin hestiyar dibin.
Enes Esenerê birayê Mugdat Esener ji nûçegihanê AAyê ra got kûçik 10 roj e ji goristanê dernakeve û wiha behsa xemgîniya xwe kir: "Birayê min îsal ji Zanîngeha Abant Îzzet Baysalê mezûn bû. Ew demeke nexweş bû. Li Wanê nexweş ket û tevî hewldanên doxtoran a li nexweşxaneyê ji mirinê nefilitî. Mirina wî tesîreke mezin li ser me hemûyan kir."
Esener anî ziman ku birayê wî 4 sal berê cêwrikekî biçûk li kuçeyê dît û mezin kir ku ew piştî mirina wî 10 roj in ku ji gora wî venaqete û wiha dewam kir: "Ev kûçik êdî emanetê birayê min e. Birayê min çawa ku xwedî kiriye û mezin kiriye, her wisa em ê jî lê miqate bibin û mezin bikin. Kûçikekî pir dilsoz û wefa ye. Birayê min pir bimerhemet bû û ji heywanan jî hez dikir. Wî pir baş li vî kûçikî nihêrî û dilê wî hilneda ku ew li kolanan bimîne. Wî bi salan ew li ber mala me xwedî kir. Niha jî ew qet ji gora wî venaqete."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.