Mehmet Niyazi Deniz
02 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2023
Esnafê teqawid ê Sêrtî Abbas Dede qasedên stranbêjê efsanewî yê muzîka Tirk Orhan Gencebay ê pir jê hez dike, ji bo zarokên xwe vedişêre.
Hezkirina Dedeyê 67 salî ya ji bo Orhan Gencebay vedigere 19 saliya wî ku wê demê di firûnekê da dixebitî û çû Sînemaya Ar a bajêr û fîlma "Bir Teselli Ver" temaşe kir.
Dede ji wê rojê şûnda dest bi komkirin û veşartina plak, qaset, CD û afîşên fîlmên Gencebay kir.
Dedeyê ku di wextî da ji bo temînkirina qaseteke hunermend Gencebay çû Unkapana Stenbolê, bi 4 zarok û 8 neviyên xwe jî stranên Gencebay dide guhdarîkirin.

Dede qasetên ku ji bo zarokên xwe ji her yekî ra rêzek kom kiriye, di odeyeke mala xwe da mihafeze dike.
Dede ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku hezkirina ji Gencebay dê bi wî ra biçe heta gorê.
Dede bal kişand, ew dizane ku albumên hunermend kîjan salê derketine piyaseyê û her wiha di demên bêhntengiyê da ew diçe odeya xwe û qasetên hunermend guhdarî dike.

Dede got ku gava ew ciwan bû, ew çû sînemayê temaşekirina fîlma wî, lê ew bi girîn ji salonê derket û wiha dewam kir, "Ji rojê vir va ne mumkin e ku ez Orhan Gencebay ji nav dilê xwe derxim. Min hemû qasedên wî kom kirin. Min ji bo her zarokekî xwe rêzeke qasedan amade kir. Yekane mîrata ku ez ê ji zarokên xwe ra bihêlim ev e. Ez pir ji Orhan Gencebay hez dikim."
Dede got ku wî Orhan Gecebay rûbirû qet nedîtiye û ew pir dixwaze wî bibîne.
Kurê wî yê esnaf Halil Dede jî diyar kir, ew mîna bavê xwe ji Orhan Gencebay hez dike û wiha got, "Zarokê min ê 10 salî jî mîna min bi guhdarîkirina van qasetan mezin bû. Mîrata ku wî ji me ra hişt, qasetên wî ne. Mîrat û diyariyeke pir watedar e. Em ê vê mîratê ji zarokên xwe ra bihêlin."