Hilmi Tunahan Karakaya,Günay Nuh,Anıl Aydın,Abdullah Söylemez,Hüseyin Demirci
03 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2023
Li Erzirom, Agirî, Erdexan û Qersê sir û seqem tengasiyê dide kişandin.
Li Erziromê bişev germa hewayê 8 pile di binê sifirê da hat pîvan, şadirwanên hin mizgeftan û der û dora kaniyên dîrokî yên kuçeyan cemed girtin.
Ji ber sir û seqemê hin rê û peyarêyan cemed girt.
Qalindahiya berfê li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê 21, li Navenda Xweşiqitandinê ya Konakliyê jî 11 santêm hat pîvan.

Li Erdexanê di sir û seqemê da rê û peyarêyan cemed girt, ser dar û beran qiravî çêbû.
Li ser Çemê Kurayê xumam çêbû.
Li Agiriyê jî rûyê çem û robaran cemed girt.

- Qers
Li navçeya Sarîqamişê jî sir û seqem çêbû.
Li navçeyê bişev germa hewayê 8 pile di binê sifirê da hat pîvan, golên herêma Hançerliyê qerisîn, kaniyên nava daristama Soguksuyê cemed girtin.